Hewlêr (ZNA) - Kolberekî Rojhilatî ku 3 meh berê wenda bibû, mirî hat dîtin.
Sê meh berê û roja 28 Çileya îsal, 3 kolberên kurd li devera sînorî ya Nenor ya bajarê Bane yê Rojhilatê Kurdistanê ketibûn kemîna pasdarên Îranê.
Li gorî agahiyên Hengawê, wan kolberan ji tirsa pasdaran neçar mabûn di nav bagerê de bimeşin lê 2 ji wan (Saman Salihî û Mihemed Kerîmî) can dabûn. Yek ji wan bi navê Ebas Qadirzade wenda bibû.
Duhî, piştî ku berf nemabû, termê wî kolberî hat dîtin.
Ebas Qadirzade xelkê bajarê Seqizê bû.
2404 car hatiye dîtin |