English | عربی | کوردی  
 
 
2019-04-30 [12:26 PM]

Hewlêr (ZNA) -


Rêveberê polîsê Hewlêrê aşkera kir, li ser hin cureyên gilî kirinê, bi awayek veşartî lêkolîn û rêyên yasayî dê bigrin ber xwe û kesên tewanbar bigehin cezayê xwe.

Rêveberê polîsê Hewlêrê Lîwa Ebdulxaliq Telet ji BasNewsê re ragehand, rojane gilî tên kirin û doz tên vekirin, li ser hin hejmarên telefonan an jî di torên civakî yên facebook û instagramê de gef li xelkê dixwen ku girte videoyan û wêneyan û belgeyên cuda yên sexte yan jî ne sexte dê belav bikin.  

Herwaha got: ‘’Berdewam em kar li ser dikin û bi veşartî emê kar bikin. Ewên ku facebook û Instagram a wan heye, hin caran rastî pirsgirêkan tên. Dema pirsgirêka wan jî çêdibe em naçarin hin pêkanînan bikin, roj nîne em vê derbarê de hin pêkanînan nekin û bi veşartî bi dawî nekin, ku kesûkarên wan kesên ku pirsgirêka wan çêbûye, ji bo wan astengiyê çênekin.’’

Ebdulxaliq Telet hişyarî da wan kesên ku bi rêya torên civakî ve ‘’Herçend nediyar jî be’’ gefan li xelkê dixwan û piştre jî xwe winda dikin. Û got: ‘’Dê her bên dîtin, tîmên me yên şaraza vê derbarê de hene.’’ Telet got: ‘’Bikaranîn telefon û înternetê bi xirabî metirsiya wê heye û em wan kesan agahdar dikin ku wan karê xirab dikin, dê her bên dîtin û ew li kûderê jî bin dê aşkera bibin.’’





2365 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad