English | عربی | کوردی  
 
 
2019-04-30 [11:35 AM]

Hewlêr (ZNA) -


Firokeyên şer yên Tirkiyê mizgefta gundekî Duhokê, ji ber PKKê, bordûman kirin û wêran kirin!

Qaymeqamê bajarokê Amêdî, Îsmaîl Ehmed ji malpera fermî ya PDKê re gotiye, duhî çekdarên PKKê xwe li nav mizgefta gundê Kanî Mazî li nahiya Çemankê ya Amêdiyê de veşartibûn, ji ber wê jî firokeyên Tirkiyê li mizgeftê dan û wêran kirin.

Îsmaîl Ehmed her wiha gotiye, ew nizanin çi li çekdarên PKKê hatiye lê ti kesekî xelkê gund tiştek pê nehatiye.

Qaymeqamê Amêdiyê daye zanîn, ji ber ku PKKê û bordûmanên Tirkiyê bi dehan gundên wê deverê hatine valakirin.





2473 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad