English | عربی | کوردی  
 
 
2019-04-30 [10:12 AM]

Hewlêr (ZNA) -


Tê gotin ku hikûmeta Herêma Kurdistanê biryar daye nûnertiya xwe li paytexta Tirkiyê-Enqerê veke. Dîplomatek jî dibêje, ev nîşana wê ye pêwendiyên Hewlêr û Enqerê bihêztir dibin.

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlût Çavûşoglu duhî li Hewlêrê bi Şêwirmendê Encumena Asayişa Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî re hevdîtin kir.

Di civîn û hevdîtinên rayedarên Kurdistanê û şanda Tirkiyê de, pêwendiyên Hewlêr û Enqerê di warên siyasî, aborî û ewlehiyê de hatin axaftin, her wiha her du aliyan têkesî li ser normalkirina pêwendiyan kirin.

Tê gotin ku hikûmeta Kurdistanê dixwaze piştî pêkanîna kabîneya nû bi serokatiya Mesrûr Barzanî, nûnertiya xwe li paytexta Tirkiyê-Enqerê veke.

Li ser vê mijarê, berdevkê hikûmeta Kurdistanê Sefîn Dizeyî ji heftenameya Bas re gotiye, di hevdîtinên rayedarên Kurdistanê û şanda Tirkiyê de tiştekî wisa nehat rojevê lê çend sal berê ev mijar hatibû axaftin û Tirkiyê jî rizamendî nîşan dabû lê ji ber alozî û pirsgirêkan pêk nehat. Wê çaxê hatibû gotin ku eger pêwendiyên Tirkiye û Kurdistanê wek berê normal bibin wê çaxê dê nûnertiya hikûmetê li Tirkiyê were vekirin.

Dîplomat û çavdêrê siyasî Dilşad Mîran jî li ser vê mijarê ji Basê re gotiye, vekirina nûnertiya hikûmetê li Tirkiyê dê bibe gaveka gelekî baş û girîng, ji ber ku pêwendiyên Tirkiye û Kurdistanê bi taybet di warê petrol û enerjî û bazirganiyê de gelekî bihêz in. Di warê siyasî de jî pêwendiyên her du aliyan li gorî çend salên berê gelekî baştir bûne.

Dilşad Mîran her wiha gotiye, serdana Wezîrê Derve yê Tirkiyê bo Kurdistanê pêwendiyên her du aliyan hîn zêdetir xurt dike. Ji ber wê jî vekirina nûnertiya hikûmetê Tirkiyê bi sûda her du aliyan e.

Heta niha tenê nûnertiyên partiyên siyasî yên Herêma Kurdistanê li Tirkiyê hene lê nûnertiya hikûmetê nîne.





2494 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad