English | عربی | کوردی  
 
 
2019-04-29 [01:19 PM]

Hewlêr (ZNA) -


Serok Mesûd Barzanî bi boneya koça dawî ya Profesor Dr. Abdulrehman Rehîm peyamekî serxweşiyê belav kir.

Li gor malpera fermî ya Serok Barzanî peyam waha ye:

Serok Barzanî ji bo koça dawî ya Dr Abdulrehman Rehîm Abdulla serxweşiyê pêşkêşî malbat û Ragirayetiya Kolêja Yasa ya Zanîngeha Selaheddînê kir.
Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Rêzdarên li Ragirayetiya Kolêja Yasa ya Zanîngeha Selaheddînê

Bi dilgiranyekî zêde ve nûçeya koça dawî ya (Profesor Doktor Abdulrehman Rehîm Abdulla) gihîşt me.

Profesor Doktor Abdulrehman Rehîm Abdulla yek ji wan mamostayan bû bi salên dûr û dirêj‌ xizmeta tevgera zanistê kiriye û rolekî ber bi çav li pêgihandina hejmarek ji kesayetiyên akademî û yasanas de hebûye ku îro dirêjepêderê heman armancên zanistî û yasanasê Dr Abdulrehmanin.

Bi vê helkefta xemgîn de, serxweşiyên xwe pêşkêşî malbata we ya rêzdarê xwedê jêrazî Profesor Dr Abdulrehman û kesukarên wî û Ragirayetiya Kolêja Yasa ya Zanîngeha Selaheddîn û Mamosta û xwendekaran dikim.

Ji xwedayê mezin hêvîdarim xwedê jêrazî bi bihûşta fireh şad bike û sebir û aramiyê bi hemû aliyek bibexşê.

Inna Lilleh We Inne Ileyhî Racîun (Em Ji Xweda Hatin Û Emê Dîsa Vegerin Xweda)

Mesûd Barzanî
29.04.2019





2317 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad