Hewlêr (ZNA) - Hevdîtina Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî û Wezîrê Derve yê Tirkiyê dest pê kir.
Piştî ku civîna Şêwirmendê Encumena Asayişa Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlût Çavûşoglu xilas bû, civîna Nêçîrvan Barzanî û Çavûşoglu dest pê kir.
Heta niha li ser naveroka civîna Mesrûr Barzanî û Çavûşoglu ti tiştekî fermî nehatiye gotin.
Tê pêşbînîkirin di civîna Nêçîrvan Barzanî û Çavûşoglu de pêwendiyên Enqere û Hewlêrê bi taybet di warê aborî de bên axaftin.
2338 car hatiye dîtin |