Hewlêr (ZNA) - Hevdîtina Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlût Çavûşoglu û Şêwirmendê Encumena Asayişa Kurdistanê Mesrûr Barzanî dest pê kir.
Qasekî beriya niha, hevdîtina Mesrûr Barzanî û Çavûşoglu li Hewlêrê dest pê kir.
Tê pêşbînîkirin ku di hevdîtina han de herî zêde mijarên ewlehiyê bên axaftin.
Çavûşoglu piştî hevdîtina bi Mesrûr Barzanî re dê bi serokwezîr Nêçîrvan Barzanî re hevdîtin bike.
Wezîrê Derve yê Tirkiyê şeva borî ji Bexdayê derbasî Hewlêrê bibû.
2368 car hatiye dîtin |