English | عربی | کوردی  
 
 
2019-04-29 [10:23 AM]

Hewlêr(ZNA) -


Li bajarokê Mexmûrê yê Başûrê Kurdistanê, di navbera komek xortên kurd û serbazên Iraqî de şer derket, xortekî kurd birîndar bû, gelek jî hatin girtin.

Şeva borî li nav sûka bajarokê Mexmûrê di navbera komek xortên kurd û serbazên Iraqî de şer û alozî derket.

Çavkaniyekî li Mexmûrê ji BasNewsê re got, ew şer û alozî li ser parkkirina otomobîlê derket. Xortekî kurd otomobîla xwe li kêlela rê park kiribû, ji ber wê jî di navbera wî û çend serbazên Iraqî de alozî derket.

Wî çavkanî da zanîn, piştî ku wan serbazan li wî xortî kurd dan çend xortên din yên kurd pişta wî xortê kurd girtin û şer mezin bû. Ji ber wê jî hêzên Iraqî gule avêtin, xortek birîndar bû û 15 kes jî hatin girtin.

Li gorî agahiyên BasNewsê, piştî wê aloziyê hêzên Iraqî qedexeya hatin û çûnê ragihandin.





2377 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad