English | عربی | کوردی  
 
 
2019-04-29 [09:41 AM]

Hewlêr (ZNA) -


 Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlût Çavûşoglu dê bi rayedarên Kurdistanê re hevdîtin bike û behsa pêwendiyên Hewlêr û Enqerê bike.

Şeva borî Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlût Çavûşoglu ji Bexdayê gihîşt Hewlêrê û ji aliyê Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî ve hat pêşwazîkirin.

Çavûşoglu dê îro li Hewlêrê destpêkê bi Şêwirmendê Encumena Asayişa Kurdistanê Mesrûr Barzanî re, paşê jî bi Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî re hevdîtin bike.

Tê gotin ku Wezîrê Derve yê Tirkiyê û rayedarên Kurdistanê dê li ser pêwendiyên Enqere û Hewlêrê û mijarên pêwendîdar gotûbêj bikin.

Çavûşoglu dê beriya wan hevdîtinan, bi mezinên turkmenên Hewlêrê re jî hevdîtin bike.

 





2248 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad