English | عربی | کوردی  
 
 
2019-04-28 [02:10 PM]

Hewlêr (ZNA) -


Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî dibêje, girîng e ku çarçoveyek hevbeş di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê de hebe.

Îro şandeka aborî ya hikûmeta Iraqê li Hewlêrê bi şanda hikûmeta Kurdistanê bi serokatiya Nêçîrvan Barzanî û amadebûna Şêwirmendê Encumena Asayişa Kurdistanê Mesrûr Barzanî û çend wezîrên Kurdistanê civiya.

Di civînê de, ku heta niha jî didome, Nêçîrvan Barzanî ragihand, lidarxistina civîna aborî ya hikûmeta Iraqê li Hewlêrê nîşan dide ku baweriya her du aliyan bi diyalog û hevfamkirinê heye bo çareserkirina pirsgirêkan.

Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî her wiha got, lazim e hemû pirsgirêk û nakokiyên di navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta Iraqê de bi diyalog û li ser bingeha Qanûna Esasî ya Iraqê bên çareserkirin.

Li ser mijarên petrol û deverên Kurdistanî jî Nêçîrvan Barzanî got, emê hewl bidin pirsgirêkên petrolê û deverên nakokî li ser jî bigihên rêkeftinê û hinek qanûnên ku li pêşiya geşbûna sîstema federalî ya welêt dibin asteng jî, rakin.

 





2272 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad