English | عربی | کوردی  
 
 
2019-04-28 [12:19 PM]

Hewlêr (ZNA) -


Şêxekî ereb dibêje, eger hêzên Pêşmerge venegerin deverên Kurdistanî yên li derveyî Herêma Kurdistanê, xelkê wan deveran, çi kurd çi ereb û yên din, dê dîsa koçber bibin.

Berdevkê encumena serokeşîrên ereban li deverên Kurdistanî yên li derveyî Kurdistanê, şêx Muzahim El Huwêt ji BasNewsê re got, revandina wan kurdan li çiyayê Qereçox yê Mexmûrê ji aliyê DAIŞê ve nîşan dide ku metirsiya DAIŞê li deverên Kurdistanî gelekî zêde bûye.

Şêx Muzahim El Huwêt her wiha got, aliyekî din yê wê rûdanê jî ew e ku hêzên Iraqî yan nikarin pêşiya DAIŞê bigirin yan jî naxwazin! Ji ber wê jî divê hêzên Pêşmerge vegerin wan deveran.

Wî şêxê ereb anî ziman ku DAIŞ li wan deverên ku di destê Heşda Şeibî de ne, xwe parastî dibîne û got, ji ber wê jî çekdarên DAIŞê bi kêfa xwe êrişî kurdan dikin û wan direvînin.

Bi gotina wî şêxê ereb, eger hêzên Pêşmerge venegerin wan deveran xelkê wan deran, çi kurd çi ereb û yên din, dê dîsa koçber bibin





2287 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad