English | عربی | کوردی  
 
 
2019-04-28 [10:37 AM]

Hewlêr (ZNA) -


Komek welatiyên kurd yên xelkê bajarokê Mexmûr yê Başûrê Kurdistanê ji aliyê DAIŞê ve hatin revandin. Berpirsekî kurd jî dibêje, rûdanên wisa nîşan didin ku bêyî Pêşmerge ew dever nayên parastin.

Berpirsê liqa Mexmûrê ya PDKê Kirmanc Ebdullah ji BasNewsê re got, 4 kurdên xelkê bajarokê Mexmûrê, ku bo seyranê çûbûn çiyayê Qereçox yê Mexmûrê, li gundê Aliyereş yê Mexmûrê ji aliyê DAIŞê ve hatin revandin.

Kirmanc Ebdullah her wiha got, piştî çend saetan 3 kes hatin berdan lê heta niha yek di destê DAIŞê de maye û nayê zanîn çi hatiye serê wî.

Wî berpirsê PDKê anî ziman, revandina welatiyan ji aliyê DAIŞê ve nîşan dide ku DAIŞ gelekî bihêz bûye û li hember hêzên Iraqî nikarin tiştekî bikin. Êdî hêzên Iraqî nikarin bi roj jî wan deveran kontrol bikin.

Bi gotina Kirmanc Ebdullah, bêyî Pêşmerge parastina wan deveran gelekî zehmet e, ji ber wê jî divê hêzên Pêşmerge vegerin wan deveran.





2317 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad