English | عربی | کوردی  
 
 
2019-04-27 [09:57 AM]

Hewlêr (ZNA) -


Endamekî civata giştî ya Gorranê ragihand, hefteya bê şandeka PDKê diçe Silêmaniyê û bi Gorran re hevdîtin dike.

Endamê civata giştî ya Gorranê Xelîl Serkanî ji BasNewsê re got, ti pirsgirêkek me bi PDKê re nîne. Hefteya bê şandeka PDKê diçe Silêmaniyê û bi Gorranê re hevdîtin dike. Lê heta niha roja wê civînê nehatiye kifşkirin.

Wî endamê civata giştî ya Gorranê anî ziman ku PDKê soza reformê daye û got, me û PDKê li ser pêkanîna reforman li hev kiriye. Ji xwe PDKê jî soza reforman daye.

Li ser mijara posta cîgirê serokê Herêma Kurdistanê, nakokî ketibû navbera PDK û Gorranê. PDKê ji ber YNKê dixwast du cîgirên serokê Herêma Kurdistanê hebin lê Gorranê qebûl nedikir.





2251 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad