Hewlêr (ZNA) - Endamekî civata giştî ya Gorranê ragihand, hefteya bê şandeka PDKê diçe Silêmaniyê û bi Gorran re hevdîtin dike.
Endamê civata giştî ya Gorranê Xelîl Serkanî ji BasNewsê re got, ti pirsgirêkek me bi PDKê re nîne. Hefteya bê şandeka PDKê diçe Silêmaniyê û bi Gorranê re hevdîtin dike. Lê heta niha roja wê civînê nehatiye kifşkirin.
Wî endamê civata giştî ya Gorranê anî ziman ku PDKê soza reformê daye û got, me û PDKê li ser pêkanîna reforman li hev kiriye. Ji xwe PDKê jî soza reforman daye.
Li ser mijara posta cîgirê serokê Herêma Kurdistanê, nakokî ketibû navbera PDK û Gorranê. PDKê ji ber YNKê dixwast du cîgirên serokê Herêma Kurdistanê hebin lê Gorranê qebûl nedikir.
2377 car hatiye dîtin |