English | عربی | کوردی  
 
 
2019-04-26 [11:46 AM]

Hewlêr (ZNA) -


Li devera Ranya ya Silêmaniyê di rûdaneka tirafîkê de herî kêm 4 kes mirin.

Îro danê êvarê li nêzîkî nahiya Xelekan ya bajarê Ranya yê Başûrê Kurdistanê, kamyonek û otomobîlek li hev ketin.

Li gorî agahiyan, di wê rûdanê de herî kêm 4 kes mirin û 5 kes jî birîndar bûn.

Tê gotin ku yek ji wan kesên ku mirine, keça berpirsekî Gorran bi navê Mistefa seyîd Qadir e.

Çend roj berê jî li devera Ranya di rûdaneka tirafîkê de 7 kes miribûn û 5 kes jî birîndar bibûn.

 





2311 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad