Hewlêr (ZNA)- Berpirsekî Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) dibêje, ew piştevaniya hewlên Fransa bo lihevanîna kurdên Sûriyê dikin.
Endamê desteya serokatiya ENKSê Mihemed Îsmaîl ji malpera fermî ya PDKê re gotiye, Fransa dixwaze kurdên Sûriyê bi taybet ENKS û PYDê nêzîkî hev bike û wan li hev bîne.
Mihemed Îsmaîl her wiha gotiye, ENKS piştevaniya wê însiyatîfa Fransa û hemû hewlên bi vî rengî dike.
Wî berpirsê ENKSê daye xuyakirin ku ji bilî lihevkirinê ti rêyeka wan nîne û gotiye, em di wê baweriyê de ne êdî nabe gelê kurd bibe qurbana siyaseta xelet û nabe êdî kurd koçber bi
2485 car hatiye dîtin |