English | عربی | کوردی  
 
 
2019-04-26 [09:45 AM]

Hewlêr (ZNA) -


Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li şandeka Kongireya Amerîkayê kir.

Li gor daxuyaniya malpera Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî duh li Hewlêrê pêşwazî li şandeka Kongireya Amerîkayê kir. Di hevdîtinê de rewşa siyasî û ewlehî ya herêmê û rewşa awareyên destê terorê û peywendiyên Herêma Kurdistanê û Amerîkayê hatin axaftin. 

Di daxuyaniyê de hatiye eşkerekirin ku şanda Amerîkayê piştgiriya xwe ji bo Herêma Kurdistanê nîşan daye û pesnê pêşketinên Herêma Kurdistanê û wêrekiya Hikûmeta Kurdistanê û Pêşmergeyê Kurdistanê di rûbirûbûna DAIŞê de û hewandin û parastina hejmareke mezin ya aware û penaberan de daye. 

Di hevdîtinê de ku bi amadebûna Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî û Konsûlê Giştî yê Amerîkayê yê li Herêma Kurdistanê Steve Fagin birêve çû, Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî tekezî li daxwaza Herêma Kurdistanê ji bo pêşvebirina zêdetir a peywendiyên Herêma Kurdistanê û Iraqê li gel Amerîkayê kiriye, herwiha spasiya alîkariyên Amerîkayê ji bo Herêma Kurdistanê di şerê DAIŞê de kiriye û amadebûna Herêma Kurdistanê di rûbirûbûna her metirsiyeke terorê de nîşan daye û destnîşan kiriye ku di vê mijarê de jî hevahengî û hevkariya Hewlêr û Bexda û hevpeymanan pêwîst e. 

Herwiha Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî kurteyek li ser pêşveçûna rewşa aborî ya Herêma Kurdistanê û derbasbûna qeyranên salên borî pêşkêş kiriye û daxwaz ji welatên dost kiriye ku sermayeguzariyê li Herêma Kurdistanê bikin û hevkarê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bin di wan reforman de ku di warên cur bi cur de dest pê kirine. 

Gotûbêjkirina avakirina deverên zirardîtî yên şerê DAIŞê, vegerandina awareyan bo cih û warên wan, peywendî û gotûbêjên Hewlêr – Bexdayê û çareserkirina pirsgirêkan bi rêya diyalogê, mijareka din ya civînê bûye.





2218 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad