English | عربی | کوردی  
 
 
2019-04-23 [01:17 PM]

Hewlêr (ZNA) -


Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li nivîskar û zanayê kurd Kelîmullah Tewehudî kir. Tewehudî dibêje, bi dîtina Barzanî arizûya wî hatiye cîh.

Serok Barzanî îro li ofîsa xwe li nahiya Pîrmam ya Hewlêrê pêşwazî li nivîskar û zanayê kurd yê Xurasanê, Kelîmullah Tewehudî kir.

Tewehudî bi dîtina Barzanî got ku arizûya wî hatiye cîh. Paşê behsa kurdên Xurasanê kir, xebat û pirtûkên xwe li ser dîroka kurdan jî ji Barzanî re behs kir.

Barzanî bi germî bixêrhatina Tewehudî kir û hewl û xebatên wî bo nivîsîna dîroka beşek ji gelê kurd bi qîmet zanî.

Serok Barzanî her wiha destxweşî li wî nivîskar û zanayê kurd kir ku kariye huner û çanda kurdên Xurasanê zindî bihêle.

Nivîskar û zanayê navdarê kurd Kelîmullah Tewehudî duh li Hewlêrê ji aliyê Akademiya Kurdî ya Kurdistanê ve hat xelatkirin. Di merasima xelatkirina wî de Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî jî amade bû.





2509 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad