Hewlêr (ZNA) - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li serokê parlementoya Iraqê Mihemed Helbûsî kir.
Nêçîrvan Barzanî îro li Hewlêrê pêşwazî li serokê parlementoya Iraqê Mihemed Helbûsî kir.
Di civînê de ku seroka parlementoya Kurdistanê Vala Ferîd jî amade bû, bi giştî behsa rewşa Iraqê bi taybet rewşa Mûsilê û kampên koçberan hat kirin.
Mijareka din ya civîna Nêçîrvan Barzanî û Helbûsî, pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê bû. Her du aliyan jî tekst kirin ku nakokî û arîşe bi rêka diyalogê bên çareserkirin.
Serokê parlementoya Iraqê Mihemed Helbûsî duh hatibû Hewlêrê.
2476 car hatiye dîtin |