English | عربی | کوردی  
 
 
2019-04-23 [10:03 AM]

Hewlêr (ZNA) -


Serok Mesûd Barzanî şeva bihorî li Hewlêrê ligel Serokê Parlementoya Iraqê Dr. Mihemed Helbûsî û şanda ligel wî civiya.

DI civînê da rewşa siyasî ya Iraqê geşedanên dawî yên siyasî hengavên dawî yên avakirina hikûmeta nû ya Iraqê hatine gotûbêjkirin.

Serok Mesûd Barzanî û Dr. Mihemed Helbûsî behsa peywendiyên Hewlêr – Bexdayê kirine. Herwiha destnîşanî bi başbûna peywendiyên Hewlêr û Bexdayê hatiye kirin û herdu aliyan aşkerekirine bihêzbûn û başbûna peywendiyên Iraq û Herêma Kurdistanê dibin sedema bihêzbûn û îstîqrara Iraq û Herêma Kurdistanê.

Di beşekî din ê civîna Serok Barzanî û Dr. Mihemed Helbûsî da rewşa dawî ya parêzgeha Nînowa, rêveberiya Mûsilê jî hatiye gotûbêjkirin. Herdu aliyan destnîşanî bi wê yekê kirine wê hevkar bin û berdewam bin bo xizmetguzariyê ji xelkê Mûsilê.





2743 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad