English | عربی | کوردی  
 
 
2019-04-22 [01:20 PM]

Hewlêr (ZNA) -


 Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand, gîrobûna pêkanîna hikûmetê tiştekî normal e lê partiyên siyasî divê her bigihên rêkeftinê.

Nêçîrvan Barzanî îro di merasima xelatkirina nivîskar û vekolerê navdarê kurd Kelîmullah Tewehudî de li Hewlêrê li ser pêkanîna hikûmeta nû ya Kurdistanê jî axivî û ragihand, zêdetirî 6 mehan e hilbijartin hatine kirin lê heta niha hikûmet pêk nehatiye.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê anî ziman ku gîrobûna hikûmetê tiştekî normal e û got, berjewendî û xêra Herêma Kurdistanê wisa dixwaze ku hikûmet li ser hemdê xwe pêk were da ku hikûmetek bihêz û Kurdistaneka bihêz pêk were.

Nêçîrvan Barzanî da xuyakirin ku dê partiyên siyasî her bigihên rêkeftinê û got, ya ku bo me girîng e yekrêzî û tifaq e. Em hewl didin alozî û nakokî dernekevin. Piştrast bin rojên xweş li benda Kurdistanê ne.





2488 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad