English | عربی | کوردی  
 
 
2019-04-22 [12:56 PM]

Hewlêr (ZNA) -


Îro 22.04.2019ê serokê hikûmeta herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di gotarekî xwe ya di merasîma rêzgirtina akademîsyenê kurd ê Xorasan a Rojhilatê Kurdistanê nivîskar Kelîmulla Tewehudî de gotarek pêşkeş kir.

Nêçîrvan Barzanî bixêrhatina Kelîmulla Tewehudî bo herêma Kurdistanê kir û ragehand, Hewlêr û herêma Kurdistanê û hikûmeta herêma Kurdistanê jî serbilind e bi serdana mamosta Tewehudî û got: ‘’Em hemû serbilindin bi xebata rewşenbîrî û hunerî ya mamosta Tewehudî, ku xebateke ji bo geşkirana pêşeroja gelê Kurdistanê.’’

Barzanî destxweşî li akademiya kurdî kir, bo vexwandin û xelat kirina wî nivîskarê kurd û ragehand, ev merasîme bûyerekî di dema xwe de û di cîhê xwe de ye.

Nêçîrvan Barzanî amaje bi wê yekê jî kir, ku îro rojnamegeriya kurdî ye, pîrozbayî li rojnamevanên Kurdistanê kir û silav bo damezrênerên yekem ê rojnameya kurd (Kurdistanê 1898) Mîqdad Medhed Bedirxan û rojnamevanên mezin ên wek Pîremêrd ê nemir, Husên Huznî Mukiryanî, Dara Tofîq, Salih Yusifî, Şakir Fetah û Musa Enter silav kir.

Serokê hikûmeta herêma Kurdistanê mana gelê Kurdistanê bi pêkvejiyana olî, netewî û mezhebî wek serbilindiya herî mezin a gelê Kurdistanê pênase kir û got: ‘’Kurd li her kîderê bin bo yek armanc û yek pêşerojê jiyana xwe domandine.’’

Nêçîrvan Barzanî ragehand, sedemên siyasî yên mana gelê Kurdistanê li ser piyan, li gel hemû bela û zihmetiyan jî, ‘’Ziman û kevneşopiya kurdî bûye,’’ ku ew jî nasnameya gel in û got: ‘’Rewşenbîr û ciwanên naha yên Kurdistanê pêwîste ji Kelîmulla Tewehudî fêrbibin, ku tenê ziman û nasname û çand li cîhanê em parastine û gelê kurd li Xorasanê jî eger li ser piya ye bi ziman û çanda xwe ve li ser piyan maye û ev belgeya herî başe ziman û çanda me em li ser piyan hiştine.’’





2434 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad