Hewlêr (ZNA) - Serokatiya Parlamentoya Kurdistanê aşkera kir, ji bo rojnamevanan dixwazin saziyên hikûmeta herêma Kurdistanê zêdetir şefafî û vekirîbin, herwaha çend daxwazek jî ji rojnamevanan kir.
Bi boneya 121.mîn salvegera rojnamevaniya kurd, serokatiya parlamentoya Kurdistanê bi daxuyaniyekî pîrozbayî li rojnamevanên Kurdistanê kir û ragehand: ‘’Herêma Kurdistanê bi rêya yasaya karê rojnamevanî ve karî pêngavên giring bo firehbûna asta azadî û karê çapemeniyê bavêje.’’
Herwaha hat gotin: ‘’Azadiya rojnamevanî û çapemeniyê, sîmayê diyar ê ezmûnê Kurdistanê ne û em xwazyar in geheştina zêdetir a rojnamevanan bo zanyariyan û bicîhanîna şefafiyetê li saziyên hikûmetê de bo rojnamevanan hebe.’’
Herwaha serokatiya parlamentoya Kurdistanê çend daxwazek ji rojnamevanan kir û got: ‘’Divê rojnamevan jî rêz li azadiya takekesî û sînorên kar kirina çapemeniyê bigrin û êrîş û berevajî kirinên ne di cîh de li dijî ti kes û aliyekî nekin û rêz li nirxên pîroz ên gelê Kurdistanê bigrin.’’
2635 car hatiye dîtin |