English | عربی | کوردی  
 
 
2019-04-22 [11:02 AM]

Hewlêr (ZNA) -


Ji aliye beşa çalakiyên mayînan li rêveberiya giştî ya karûbarên mayînên Hewlêrê, karî li sînorê bajarokê Mêrgesorê bi dehan mayînên dijî mirov ên kesî hatin jinavbirin.

Rêveberê çalakiyên mayînan a ser bi rêveberiya giştî ya karûbarên mayînên Hewlêrê li qeza Rewandizê Mûxlîs Şerîf ji BasNewsê re ragehand: ‘’Di berdewama kar û çalakiyên xwe de me roja yekşemê ango duh 21.04.2019ê, sê tîmên ser bi rêveberiya giştî ya karûbarên mayînan /Hewlêr, li gundê Şêrokyan ê sînorê bajarokê Mêrgesorê 30 mayînên dijî kesî yê cureya V69 jinavbirin.’’

Herwaha got, em daxwazê ji hemwelatiyên her cîhekî ku mayîn lê heyî dikin, eger parçeyên teqemeniyê dîtin, di cîh de bila tîmên me jê agahdar bikin, ku em bikarin di demekî herî zû de wan pûç bikin.





2386 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad