English | عربی | کوردی  
 
 
2019-04-22 [10:32 AM]

Hewlêr (ZNA) -


Di encama operasyonekî hêzên Iraqê yên li zincîre çiyayên Hemrînê de, emîr û terorîstekî metirsîdar ê DAIŞê hate kuştin ku destê wî di gelek kiryarên terorîstî de hebûye.

Li gor daxuyaniya saziya dijî teror a Iraqê, hêzên dijî teror a Iraqê, terorîstekî bi navê Nîhad Ehmed Ebdulselam Kurewî li zincîre çiyayê Hemrînê kuştine û ew terorîstê hatiye kuştin xelkê bajarokê Gulale ango Celewla ya ser bi Xaneqînê ye.

Daxuyaniyê de hat gotin, terorîstê hatiye kuştin berpirsê asayîşa giştî yê nav eyaleta Diyala bûye, herwaha berpirsê plan kirina kiryarên terorîstî bûye li çarçoveya parêzgeha Diyala, Kerkûkê û gelek kiryarên terorîstî li Xaneqîn, Gulale û Qeretepeyê pêkanîne. Herwaha berpirsê revandina hemwelatiyan bûye li ser rêya navbera Kerkûk – Bexda û piştî çavdêriyeke bi hûrgilî saziya dijî teror a Iraqê, bi hemahengiya li gel hevpeymaniya navnetewî ve kariye wî bikuje.





2584 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad