English | عربی | کوردی  
 
 
2019-04-22 [10:00 AM]

Hewlêr (ZNA) -


121 sal bi ser derketina yekemîn rojnameya kurdî ya bi navê “Kurdistan” re derbas dibe.

Îro 22 Nîsanê û sed û bîst û yekemîn salvegera derketina yekemîn rojnameya kurdî ya “Kurdistan” e. Hejmara yekemîn ya rojnameya Kurdistanê roja 22 Nîsana 1898 li paytexta Misrê-Qahîrê û ji aliyê zanayê kurd Mîqdat Midhet Bedirxan ve hat derxistin.

Bi giştî 31 hejmar ji rojnameya Kurdistanê derket. Ji hejmara yek heta pêncê li Qahîrê derket, ji hejmara 6 heta 19 li bajarê Cinêv yê Swîsrayê, ji 20 heta 23 dîsa li Qahîrê, hejmara 24 li Londonê, ji hejmara 25 heta 29 li Almanya û 30 û 31 jî dîsa li Cinêvê hat derxistin.

Ev çend sal in ev roj wek roja rojnamegeriya kurdî bi çalakiyên cur bi cur tê pîrozkirin.





2575 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad