English | عربی | کوردی  
 
 
2019-04-21 [01:46 PM]

Hewlêr (ZNA) -


Berpirsa ava Kerkûkê Cîhan Îbrahîm, ku kurd e, ji kar hat dûrxistin. Endamekî encumena parêzgeha Kerkûkê jî dibêje, armanca vê yekê kêmkirina hejmoniya kurd e.

Li gorî agahiyên ji Kerkûkê, berpirs ava Kerkûkê Cîhan Îbrahîm, ku kurd e, bi fermana hikûmeta Iraqê ji kar hatiye dûrxistin.

Li gorî agahiyan, li dewsa wê berpirsa kurd zilamekî turkmen yê şîe hatiye danîn.

Li ser vê mijarê, endamê encumena Kerkûkê Fuad Koyxa ji BasNewsê re got, haya me ji vê yekê nîne ji ber ku tiştek ji me re nehatiye gotin.

Fuad Koyxa her wiha got, em li dijî vê yekê ne ji ber ku hikûmeta Iraqê dixwaze bi van karan, hejmoniya kurdan li Kerkûkê kêm bike.

Wî endamê encumena Kerkûkê da zanîn ku wan bi fermî daxwaz ji hikûmeta Iraqê kirine, heta rewşa Kerkûkê normal nebe guhertinên wisa di rêveberiya bajêr de bidin sekinandin û got, lê ti kesî guh neda daxwaziya me.

Piştî ku Kerkûk ji aliyê hêzên Iraqî ve hat dagîrkirin, tevahiya kurdên ku di rêveberiya bajêr de beşdar bûn, ji kar hatin dûrxistin.





2263 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad