English | عربی | کوردی  
 
 
2019-04-21 [12:35 PM]

Hewlêr (ZNA) -


Dezgayê Xêrxwaziya Barzanî li bajarê Hewlêrê, îro bi civîneke çapemeniyê ve ragehand ku projeyek tenduristiyê temam bûye û spasiya welatê Hindîstanê kir ku bi tîmekî bijîşk û pispor ve di wê projeyê de beşdar bûne.

Vê derbarê de îro 21.04.2019ê serokê Dezgayê Xêrxwaziya Barzanî Musa Ehmed got: ‘’Em spasiya wê tîma bijîşkên xelkê Hindîstanê dikin ku piştevan û alîkariya Dezgayê Xêrxwaziya Barzanî kirin. Herwaha em spasiya rêveberên nexwaşxaneya Semîs a Hindîstanê dikin ku bi tîmeke bijîşkên pispor ve alîkarî dan û hevbeşbûn di vê projeyê de.’’

Herwaha Musa Ehmed diyar kir: ‘’Di vê projeya tenduristiyê de hin kesên ku sûd jê wergirtine û Dezgayê Xêrxwaziya Barzanî ew diyar kiribûn, ji ber bûne alîkar em spasiya nexwaşxaneya Rojava ya Hewlêrê, Nanekelî, Navenda Dil û hemû tîmên wê dikin. Herwaha spas ji bo rêveberên Navenda Dil û nexwaşxaneya Nanekelî û Rojava, ku di vê projeyê de beşdar û hevbeş bûn.’’

Musa Ehmed got: ‘’Di vê projeyê de zêdetir ji 395 kontrol hatine kirin, bi taybet ji bo wan kesên ku nexwaşiyên pişt, ling û herwaha kontrolên 55 nexwaşên penceşêrê jî hatine kirin. 105 kes ji ber pirsgirêka wan a dil hebûye ji bo wan kontrol hatine kirin.’’





2371 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad