English | عربی | کوردی  
 
 
2019-04-19 [06:38 PM]

Hewlêr (ZNA) -


Îro 19.04.2019ê li sînorê Ranyayê di bûyerekî hatûçûnê de 6 kesan jiyana xwe ji dest da û 7 kes jî bi giranî birîndar bûn.

Berdevkê polîsê hatûçûna Raperînê Xoşnaw Hesen di daxuyaniyekê de ragehand, îro êvari nêzîk gundê Sersiyan di encama li hevdana du otomobîlan de şeş hemwelatiyan jiyana xwe ji dest da, ku 3 kes ji wan jin bûn û du kes jî zarok bûn. 7 kes jî birîndar bûn.

Herwaha got ji ber bûyer hîn nû ye, bi hûrgilî sedemê bûyerê ne diyar e û birîndar jî ji nexwaşxaneyê re hatin gehandin.

Xoşnaw Hesen got, hêzên polîs naha geheştine cîhê bûyerê û dest bi lêkolînê kirine.





2221 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad