English | عربی | کوردی  
 
 
2019-04-19 [11:45 AM]

Hewlêr (ZNA) -


Rêveberiya geştûgazar a Dûkanê amaje bi wê yekê dike ku bilindbûna asta bendava Dûkanê û berdana avê, metirsî ava kiriye, ji ber pêwîste geştyar bi hişyarî serdana navçeyên geştiyariya vî sînorî bikin.

Rêvebera geştûguzar a Dûkanê Rêjin Reuf ji BasNewsê re ragehand: ‘’Em daxwazê ji hemwelatiyan dikin, îro 19.04.2019ê ew hemwelatiyên ku ji bo demekî xweş derbasbikin serdana navçeyên geştyariyê yên sînorê Dûkanê dikin, bila li silametiyê hişyar bin û ji bûyerên nayên xwestin dûr rawestin. Ji ber av bilind bûye û bendav hatiye berdan û vê metirsî li ser hin navçeyên geştyariyê çêkiriye.’’

Herwaha got: ‘’Em daxwazê ji geştyaran dikin bi ti awayekî nêzîkî peravên av Dûkanê û navçeyên wê yên çiyayî nebin. Bi taybet bo dîtina sera avêtina avê ya ji bendavê. Herwaha pêwîste geştyar bê çûxik ango yelegên silametiyê geştên avê pêkneynin û bi ti awayekî hewl nedin ku melevaniyê bikin. ‘’





2305 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad