English | عربی | کوردی  
 
 
2019-04-19 [10:54 AM]

Hewlêr (ZNA) -


Rêveberiya polîsê Hewlêrê bi daxuyaniyekî ve ragehand, li nav bajarê Hewlêrê du kes bi tometa diziye hatine girtin.

Polîsê Hewlêrê di daxuyaniya xwe de ragehand, polîsê tekoşîna dijî tewanên rojava hat agahdar kirin ku diziyek li sînorê binkeyê wan pêkhatiye û di cîh de dosyaya lêkolînê bo vê bûyerê hat vekirin û du tometbar hatin girtin.

Polîsê Hewlêrê ragehand, piştî ku em hatin agahdar kirin ji bûyerekî diziyê ya li sînorê binkeya me de, dosyaya lêkolîn û lêpirsînê ji bo bûyerê hat vekirin û piştî komkirina zanyariyan me karî nasnameya tometbaran aşkera bikin û wan bigrin.

Polisê Hewlêrê got, navên tometbaran Ş.X.Î. yê temen 30 salî û Ş.M.H. yê temen 38 saliye. Piştî ku ew tometbar hatin girtin li xwe mûkir hatin ku ew tewan kirine û hinek telefon û pare li taxa Birayetî ya bajarê Hewlêrê dizîne.





2347 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad