English | عربی | کوردی  
 
 
2019-04-19 [09:51 AM]

Hewlêr (ZNA) -


Civaknas û nivîskar û dostê Kurd Îsmaîl Bêşkçî, dibêje: Hilbijartina Tirkiyê ya vê dawiyê, ne helbijartinekî demokratîk bû û got pirsa Kurd netenê pirseke demokrasiye ye pirsa neteweyekêye ku mafên serxwebûn û xwedîbûna dewletê jê hatîye girtin.

Bêşikçî ji K24ê re ragehand: Pirsa Kurd, pirsek a mezine, pirseke ku li salên sedsala bîstan divîya hatiba çareserkirin. Piştî şerê yekê yê cîhanî, hemû ew gelên kevtibûn jêr kolonyalîzma Birîtanyayê , bûne xwedî dewlet, belê Kurd nebû xwedî dewlet.

Herwaha diyar kir: Şaşîye eger em bibêjîn pirsa Kurd girêdayê demukrasîyê ye, ji ber berevajiya vê yekê raste. Demokratîkbûna welatên dagîrkar ên Kurdistanê girêdayî pirsa Kurde, ji ber pirsa Kurd dozeka rewa ya gelekêye ku mafê azadîyê lê hatîye dagîrkirin.

Bêşikçî amaje bi wê yekê jî kir ku: Di hilbijatina Tirkîya ya dawîyê de hinek encam hatin guhertin, lê hêjî nayê wateya ku ew hilbijartin demokratîk bû. Baştirîn nimûne li ser evê pirsê, pirsa şaredarîya Stenbolê ye.





2323 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad