Hewlêr (ZNA) - Hikûmeta Kurdistanê ragihand, êdî gumrik ji tûrîstên ku ji Îranê tên Başûrê Kurdistanê, nayê wergirtin.
Berpirsê pêwendiyan li gumrika deriyê sînorî yê Hacî Omeran, Dêrsim Tehsîn got, hikûmeta Kurdistanê biryar daye êdî wî 25 hezar dînarê ku ji tûrîstên Îranî û Rojhilatî dihat wergirtin, neyê wergirtin.
Dêrsim Tehsîn da zanîn, hikûmeta Kurdistanê îro bi fermî tevahiya deriyên sînorî yên navbera Herêma Kurdistanê û Îranê agahdar kir ku êdî bacê ji tûrîstên Îranî wernegirin.
2344 car hatiye dîtin |
|