English | عربی | کوردی  
 
 
2019-04-18 [02:26 PM]

Hewlêr (ZNA) -


 Desteya Serokatiya Parlamentoya Kurdistanê li gel fraksiyona PDKê û pêkhateyên aşûrî, keldanî, ermenî û suryanî serdana gora Nemiran a li devera Barzan kirin.

Seroka Parlamentoya Kurdistanê Vala Ferîd li ser gora Nemiran daxuyaniyek çapemeniyê da û got: ‘’Em hatine li ser gora Barzaniyê Nemir û bi serbilindî peyman, soz û wefadarî bo rêbaza nemiran dubare teqez dikin û li vê beşa pîroz a axa Kurdistanê ve silavên xwe rêdikin bo giyana paqij a rêberê şoreşa Kurdistanê û Tevgera Rizgarîxweziya gel Mistefa Barzanî û Kak Îdrîs û ew berdewam li bîra me de ne.’’

Herwaha got: ‘’Îro li vê derê li ser gora nemiran em wan hemû rojan bibîrtînin ku Barzaniyê Nemir nîvsedsalê bo xebata azadiya gelê me birêve bir. Bi armanca ava kirina desthilatekî temam li ser axa Kurdistanê û bo ku gelê Kurdistanê jî wek hemû gelên din hukmê xwe bike û mafên xwe bidest bixe.’’

Seroka Parlamentoya Kurdistanê got: ‘’Ji ber wê jî em wek nûnerên gelê Kurdistanê bi hemû ol û netewan ve li ser gora Barzaniyê Nemir soz û peymanê nû dikin, bo bi yasa kirina mafên takekesên gelê me û bi hemû pêkhateyên cuda ve, ku bi dehan sal xebat bo wan rojane kirin. Em sond dixwen ku li ser rê û rêbaza mezin bin. Hezar silav bo giyana Barzaniyê Nemir û Kak Îdrîs û berdewam dê di bîra me de bin.’’





2314 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad