English | عربی | کوردی  
 
 
2019-04-18 [01:22 PM]

Hewlêr (ZNA) -


Wezîrê Navxwe yê Kurdistanê Kerîm Şingalî ragihand, beşek ji wan keç û jinên êzîdî yên ku ji destê DAIŞê hatine rizgarkirin, alîkariya darayî bên kirin.

Wezîrê Navxwe yê Kurdistanê Kerîm Şingalî, îro di civîneke rojnamevanî de ragihand, Wezareta Navxwe ya Kurdistanê bi alîkariya Wezareta Koç û Koçberan ya Iraqê alîkariya beşek ji wan jin û keçên êzîdî yên ku ji destê DAIŞê hatine rizgarkirin, dike.

Kerîm Şingalî da zanîn, her yek ji wan jinan du milyon dînar werdigire û got, serweta hemû cîhanê nikare kurdên êzîdî qerebû bike lê me lazim dît vê alîkariyê bikin.

Li gorî agahiyên Wezareta Navxwe ya Kurdistanê, wan navê 3 hezar û 200 jinên êzîdî dabûn Bexdayê lê heta niha tenê rizamendî li ser 899 kesan hatiye dayîn.





2245 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad