Hewlêr (ZNA) - Serokê lîsteya biratiyê li Kerkûkê amaje bi wê yekê dike ku di rewşa naha de rewşa bajar asayî nebe û dibêje: ‘’Îdareya Kerkûkê leşkeriye û divê Kerkûk bi rêveberiyekî sivîl birêve biçe.’’
Serokê lîsteya biratiyê Mihemed Kemal ragehand: ‘’Naha li gor hin biraderan divê rewşa Kerkûkê bê asayî kirin. Vê yekê jî piştî rêgiriya civîna li endamên encûmenê dibêjin, başe em ji 16ê cotmehê ve dibêjin rewşa bajar divê bê asayî kirin. bawer nakin û nû geheştine wê baweriyê ku rewşa bajar ne aram e. Em dîsa teqez dikin rewşa Kerkûkê awarte ye û ne yasayî ye.’’
Herwaha got: ‘’Heta îdareya Kerkûkê radestî desthilata sivîl neyê kirin û Heşdî Şeibî neçe dervey bajar, di rewşa naha bajar asayî nabe.’’
2401 car hatiye dîtin |