Hewlêr (ZNA) - Cîgirê serokê parlamentoya Iraqê peyamek derbarê cejna kurdên êzdî ya Çarşema Sor de belav kir.
Cîgirê serokê parlamentoya Iraqê Dr. Beşîr Hedad di peyama xwe de, pîrozbahî kir û soz da kurdên êzdî ku wek serokatiya parlamentoya Iraqê, dê bi awayekî lez kar bikin bo pêdeçûnê li ser revandiyên êzdî bikin û mekanîzmayekî peyda bikin bo vegerandina wan.
Beşîr Hedad amaje bi wê yekê jî dike ku kurdên êzdî di dîrokê de ‘’Gelek caran rastî ne dadperweriyê û zulmê hatine’’ û hêvî xwest ku ev cejn bibe hêvinê aştî û yekrêziyê û hemû nexwaşiyan li gel xwe bibe.
2443 car hatiye dîtin |