English | عربی | کوردی  
 
 
2019-04-16 [01:22 PM]

Hewlêr (ZNA) -


Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî daxwaza parastina jîngehê ji hemû Kurdistaniyan kir û ragihand, divê her kes di xema jîngehê de be.

Îro li Hewlêrê bi helkefta roja jîngehê, merasimek hat lidarxistin. Di wê merasimê de Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî axaftinek kir û behsa girîngiya parastina jîngehê û metirsiyên pîsbûna wê kir.

Nêçîrvan Barzanî herî zêde behsa jîngeha Kurdistanê kir û got, dijminên gelê Kurdistanê gelek hewl dan jîngeha Kurdistanê wêran bikin û di vî warî de çi ji destê wan hatiye, kirine.

Nêçîrvan Barzanî anî ziman ku rêjîma Beisî ya Iraqê bi hezaran çem û kanî, bax û deverên Kurdistanê bi gazên kîmyayî û çekên cur bi cur pîs kiriye û heta niha jî bandora wê yekê li ser jîngeh û xelkê Kurdistanê maye.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê da xuyakirin ku di mijara parastina jîngeha Kurdistanê de gavên baş hatine avêtin û pilanên hikûmetê jî di vî warî de hene û daxwaz ji xelkê Kurdistanê kir jîngehê biparêzin û hemû di xema jîngeha welatê xwe de bin.

Nêçîrvan Barzanî her wiha bang li gelê Kurdistanê kir, daran biçînin û bo xweşkirina jîngehê çi ji desetê wan tê bikin.





2374 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad