English | عربی | کوردی  
 
 
2019-04-16 [12:30 PM]

Hewlêr (ZNA) -


Hikûmetên berê yên Iraqê, cuda ji dijminatiya netewa kurd li başûrê Kurdistanê, planên cuda cuda li dijî jînge û xwezaya Kurdistanê birêve birin. Ji ber wê jî dervey jenosoida netewa kurd, rejîma Beis a têkçûyî bi sedan gundên Kurdistanê bikaranîna çekên kîmyayî ve dijminatiyek tund li hember jîngeya Kurdistanê kirin.

Ji ber wê jî saziyên hikûmeta herêma Kurdistanê ji bo parastina jîngeya Kurdistanê û ava kirina çanda jîngeparêziyê, roja kîmyabarana navçeya Şêx Wesan û Balîsanê ku rejîma Beis pêkanîbû wek roja jîngeya Kurdistanê diyar kiriye.

Yekem car çekên komkuj li hember navçeya Şêx Wesan û Balîsanê bikar hatin û roja 16.04.1987ê rejîma Beis navçeyên Dola Balîsan, Xoşnawetî bûn yekem qurbanên çekên kîmyayî û ji ber wê kîmyabaranê 264 hemwelatî şehîd bûn û zêdetirî 400 hemwelatiyan jî birîndar bûn. Ji ber wê roj wîjdan hejan hikûmeta herêma Kurdistanê, ji bo bîranîna wê rojê ango 16 Nîsanê wek roja jîngeya Kurdistanê diyar kir û her sal vê rojê de sazî û rêxistinên parastina jîngeyê li Kurdistanê bi dehan çalakiyan pêktînin.





2272 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad