English | عربی | کوردی  
 
 
2019-04-16 [11:56 AM]

Hewlêr (ZNA) -


Serokê nû yê şaredariya bajarê Diyarbekir yê Bakûrê Kurdistanê Adnan Selçûk Mizrakli destûrnameya xwe wergirt û bi fermî dest bi xebatê kir.

Namzedê HDPê bo serokatiya şaredariya Diyarbekirê Adnan Selçûk Mizrakli, ku di hilbijartinên 31 Adarê de piraniya dengan bi dest anîbû û li hember namzedê AKPê bi ser ketibû, îro danê sibê destûrnameya xwe wergirt.

Mizrakli piştî ku destûrnameya xwe wergirt, got, ji xwe me roja 1 Nîsanê destûrnameya xwe  wergirt çimkî yên ku tên hilbijartin, destûrnameya xwe ji gel werdigirin.

Tirsa wê hebû hikûmet bi hêceta ku HDP “baskê siyasî yê PKKê” ye, destûrnameya Mizrakli nede lê îro danê sibê Mizrakli destûrnameya xwe wergirt.





2338 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad