English | عربی | کوردی  
 
 
2019-04-16 [10:52 AM]

Hewlêr (ZNA) -


Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji ber şewata dêra dîrokî ya Notre Dame ya Parîsê peyameka hevxemiyê belav kir.

Nêçîrvan Barzanî di twîtekê de xemgîniya xwe li hember şewata dêra dîrokî ya Notre Dam ya Parîsê anî ziman û hevxemiya xwe bi gelê Fransa û Parîsê re nîşan da.

Şeva bihorî agir li dêra dîrokî ya Norte Dame Cathedral a Parîsê ket û beşeke mezin ji wê şûnwara dîrokî şewitî.

Tîmên taybet ên agirvemirandinê piştî 9 demjimêran, karîn agir kontrol bikin û nehêlan avahî bi temamî bişewite, lê belê birca katedralê û banê wê ji ber şewatê herifîn.

Di derbarê sedema derketina agir de hêj ti hûrgilî û zanyarî nehatine belavkirin, lê belê berpirsên Parîsê dibêjin, dibe ku şewat ji ber karê nûjenkirina katedralê derketibe.





2170 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad