English | عربی | کوردی  
 
 
2019-04-16 [09:44 AM]

Hewlêr (ZNA) -


Liv û çalakiyên DAIŞê li devera Mexmûr ya Başûrê Kurdistanê zêde bûye û ji tirsa DAIŞê herî kêm 14 gund hatine valakirin!

Berpirsê PDKê li bajarokê Mexmûrê, Kirmanc Ebdullah li ser livîn û tehdîdên DAIŞê li devera Mexmûrê ji malpera fermî ya PDKê re gotiye, piştî rûdanên 16 Cotmeha 2017 çalakiyên DAIŞê li derdora Mexmûrê bi taybet li devera Baqirte-Qeracê zêde bûne.

Kirmanc Ebdullah her wiha gotiye, DAIŞ nikare û newêre nêzîkî nahiyên Dîbege, Mela Qere û Guwêrê bibe ji ber ku li wan deran hêzên Pêşmerge hene lê li nahiya Baqirte û gundên wê çalakiyên DAIŞê zêde bûne.

Wî berpirsê PDKê daye zanîn, di nav çend rojên borî de 14 gundên nahiya Baqirte ji tirsa DAIŞê hatine valakirin û xelkê wan gundan koçber bûne.

Bi gotina wî berpirsê PDKê, zêdebûna livîn û çalakiyên DAIŞê li devera Mexmûrê, ji ber lawazbûna hêzên Iraqî ye.





2293 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad