English | عربی | کوردی  
 
 
2019-04-16 [09:22 AM]

Hewlêr (ZNA) -


Her du komîteyên bilind ên Wezareta Bergîriyê Iraqê û Wezareta Pêşmerge li bajarê Hewlêrê derbarê navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê civiyan û gihîştin rêkeftinekê.

Serfermandarê Gıştî yê Pêşmerege Cemal Emînkî derbarê civînê de ragihand, komteyan karê li Xaneqînê û heta rojavayê Dîcleyê kirin. Piştî bidawîbûna kar jî, nexşe û cihê Pêşmerge û Artêşa Iraqê bi zelalî diyar dibin.

Ev pêngava di navbera Hewlêr û Bexdayê de, yekem pêngava kirdarî ye ji bo vegera hêzên Pêşmerge bo navçeyên Kurdistanê yên li derveyî Herêma Kurdistanê û tê pêşbînîkirin çend rêkar û civînên din bêne kirin.

Piştî bûyerên 16ê Cotmeha 2017an, hêzên Iraqê yên cuda tekalî navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê birêve dibin û vê yekê jî mafên pêkhateyan û ewlehiya wan navçeyan xistiye metirsiyê, lê niha hewlek heye ji bo hêzên Pêşmerge vegere hin navçeyan.





2467 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad