English | عربی | کوردی  
 
 
2019-04-15 [12:15 PM]

Hewlêr (ZNA) -


Seroka parlementoya Kurdistanê Vala Ferîd pêşwazî li nûnera Kanada li Kurdistanê Nancy Bergeron kir.

Malpera fermî ya PDKê ragihandiye, seroka parlementoya Kurdistanê Vala Ferîd duhî pêşwazî li nûnera Kanada li Kurdistanê Nancy Bergeron kir.

Nancy Bergeron kêfxweşiya xwe anî ziman ku yekem car e jinek dibe seroka parlementoya Kurdistanê û hêviya xwe anî ziman ku rêjeya beşdarbûna jinan di nav hikûmet û rêveberiya Kurdistanê de zêde bibe.

Wê dîplomata Kanada li ser pêkanîna hikûmeta Kurdistanê jî ragihand, Kanada piştevaniya hewlên pêkanîna hikûmeta nû ya Kurdistanê dike û dixwaze pêwendiyên Hewlêr û Ottawa berfirehtir bibin.

Seroka parlementoya Kurdistanê jî behsa mekanîzma karên parlementoyê ji nûnera Kanada re kir û ragihand, wan gelek reform li nav parlementoyê de kirine û bi pêkhatina hikûmetê re jî dê hîn zêdetir reforman bikin.

Vala Ferîd anî ziman ku Herêma Kurdistanê xwedan qanûna xwe ya esasî ye û ragihand, zêdetirî 70 bendên wê hatine nivîsandi û dê hinek bendên din jî bi taybet qanûnên li ser mafên jinan lê bên zêdekirin.





2191 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad