Hewlêr (ZNA) - Desteya Destpakî ya Kurdistanê li ser gendelî û rêkên nehîştina gendeliyê raportekê dide parlementoya Kurdistanê.
Cîgirê serokê Komîsyona Destpakiyê ya parlementoya Kurdistanê, Seîd Mistefa Teterxan di daxuyaniyekê de got, îro şandeka Desteya Destpakiyê bi me re dicive.
Seîd Teterxan her wiha got, di civînê de Desteya Destpakiyê raporta xwe li ser gendeliyê û rêkên nehîştina gendeliyê dide me.
Wî endamê Komîsyona Destpakiyê anî ziman, armanca wê raportê ew e ku hikûmet û parlemento di nehîştina gendeliyê de bi Desteya Destpakiyê re hemaheng û hevkar bikin.
2344 car hatiye dîtin |