English | عربی | کوردی  
 
 
2019-04-15 [10:28 AM]

Hewlêr (ZNA) -


Piştî demek dirêj, endamekî polîtburoya YNKê li êrişa çekdarî ya li ser navenda giştî ya Gorranê mukir hat lê ew mijar wek “mijarek şexsî” da zanîn.

Şeva 12 Gulana par û piştî ku hilbijartinên parlementoya Iraqê xilas bû û encamên destpêkê eşkere bûn û YNKê jî sextekariyên mezin li Silêmanî, Helebce, Germiyan û Raperînê kiribû, navenda giştî ya Gorran li girê Zergete li bajarê Silêmaniyê rastî êrişa çekdarî hat.

Gorranê yekser YNK bi wê pêkanîna wê êrişê tohmetbar kir û ragihand, YNK dixwaze Gorran li hember sextekariyên wê bêdeng bimîne.

Ji wê demê ve YNK ew tohmet red dikir lê berdevkê berê yê YNKê û endamê polîtburoya wê partiyê Seidî Pîre ji beşa kurdî ya radyoya Dengê Amerîka re behsa wê rûdanê kiriye û gotiye, êrişa li ser Gorranê bi biryara fermî ya YNKê nebûye.

Seidî Pîre ew êriş avêtiye stûyê endamê polîtburoya YNKê şêx Ceifer û gotiye, rûdana wê şevê mijareka şexsî bû, ji ber wê jî ne YNK li hember wê berpirsiyar e ne jî sûda wê ji YNKê re heye.





2380 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad