English | عربی | کوردی  
 
 
2019-04-15 [09:46 AM]

Hewlêr (ZNA) -


Li bintara çiyayê Hemrîn yê Başûrê Kurdistanê, di encama êrişa firokeyên şer de herî kêm 5 çekdarên DAIŞê hatin kuştin ku yek ji wan berpirsekî mezin e.

Ajansa Reutersê ji zarê fermandeyekî artêşa Iraqê ragihandiye, ev çend roj in firokeyên şer yên Iraqî û hêzên hevpeyman çeper û baregehên DAIŞê yên li derdora çiyayê Hemrîn bordûman dikin.

Li gorî agahiyan, di encama wan êrişan de heta niha herî kêm 5 çekdarên DAIŞê hatine kuştin ku yek ji wan berpirsekî mezin e lê nav û nîşanên wî nehatine ragihandin.

Zincîre çiyayê Hemrîn ji başûrê Kerkûkê dest pê dike û ji parêzgeha Diyale re derbas dibe û digihê parêzgeha Selahedîn. Beşek ji çiyayê Hemrîn di nav xaka Başûrê Kurdistanê de ye.





2314 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad