English | عربی | کوردی  
 
 
2016-02-03 [01:25 AM]

Hewlêr (PNA) - Kuncî riwekek dexlane, ji malbata kuncîyan e. Bejna wê bi tîrane 50 – 150 cm bilind dibe û kêm caran çik jê diçin.


Dema kuncî digehin, wek genim tên çinîn û bi gurzan heyamekê tên hiştin da ku baş bigehin û qaşûlên wan hişk bibin. Paşê tên daweşandin. 

Bikêrhatinên kuncî: 1-Pêşîya qebizbûnê û edavan digire. 2- Heke bê vexwarin, ji bo rûvîkan gelek baş e. 3- Hinekî qelewiyê dike. 4- Ji bo  rêlibergirtina edavan dibe alîkar. 5- Ji bo xistina kevirên sefrê tê bikaranîn. 6- Hêza zayendî (cinsî) zêde dike. 7- Li hember bêdesthilatdarî, bêhntengî û bronşîtê bikêrhatî ye. 8-Taybetiya wê ya antîoksîdan heye. 9- Aşikê rahet dike .10 - Kolesterol û şekirê xwînê dadixe. 11- Pêşiya penceşêran, xasma ya pişikê digire. 12- Ji bo nexweşiyên kezebê tê bikaranîn. 13- Çerm û por nerm û xweşik dike. 14- êşên bedenê dikêşe û hwd.

Di derbarê kunciyan de Prof  Dr. Îbrahîm Gokçek dibêje :” Di tibê de nebatek şîfayî ya pileya duwem tê hesibandin, lewre zêde lêkolîn li ser nehatine kirin. Lê Japon, ji her 2-3 mehan carekê ji bo paqijkirina bedenê li bedena xwe dixin û piştî 30 deqîqan xwe dişon”.

Prof Dr. Ahmet Marankî, Zûlfîye Erdem û Mufîye Akin dibêjin : “ Nirxa  wê ya xwedîkirinê bilind e. Ji bo xistina kevirên sefrayê bi fayde ye. Ji bo nexweşiyên kezebê tê bikaranîn; zikêş û qebizê ji holê radike, aşikê hêsan dike. Di lêkolînên li ser heywanan hatine kirin de tesbît bûye ku şekirê xwînê daxistiye. Heft cûreyên êşbirên hevgirtî dihewîne. Bedenê nerm û xweşik dike. Ji bo nexweşiya şekir û sotiniyan bi fayde ye”.

Bikaranîn : 1- Rûnê masajê. 2- Xwarin.

1-     Masaja rûnê kuncîyan: Hûn dikarin sererast rûnê kuncîyan li tevahiya bedena xwe xin, 30 deqîqan bisekinin û paşê xwe bişon. Heke hûn karê giran dikin û diwestin (dibetilin –mandû dibin) hinek rûnê kuncîyan bi tiliya xwe li nav herdu birû, pişta guh û binê piyê xwe bixin. Wê betilîna we derbas be û hunê xewek xweş bikin. Heke hûn pêre guhdariya mûzîkek sivik jî bikin, wê hê jî  xweştir be.

2-    Rûnê kuncîyan, ji bo xweparastina li hember tahrê (sotina tavê) gelek bikêrhatî ye . Heke hûn hinek rûnê kakao jî tev bikin û xwe bidin ber tavê yan jî ava gêzeran vexwin, wê bedena we zûtir pê qemer (bronz) bibe .

3-    Ji bo kesên pîr û yên di movikên wan de kişil (kils) heye û êşên giran dikêşînin: Heke hinek rûnê bîberiye, ji bo varîs, bawîbûn û tevgêra xwînê hinek rûnê tirincok (melîsa) tev bikin wê fayda wê zêdetir be.

4-    Rûnê kunciyan jî wek yê zeytê tev li hemi xwarinan û seletan dibe.

5-    Hûn dikarin kuncîyan li ser hemi xwarinên ku ji hevîr çêdibin bireşînin.





8587 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad