English | عربی | کوردی  
 
 
2019-04-12 [10:21 PM]

Hewlêr (ZNA)-


Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi boneya 31emin Salvgera Enfalê peyamek belav kir û têde ragihand ku “divê em ti caran qurbaniyên Enfalê û malbatên wan ji bîr nekin. Divê em îro, sibe û herdem wan bibîr bînin.”

 

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi boneya bibîranîna 31emin Salvgera Enfalê bi girtevîdeoyekê peyamek belav kir û têde dibêje ku divê qurbaniyên Enfal û kesûkarên wan jibîrkirin û her tim bêne yadkirin.

 

Nêçîrvan Barzanî wiha dibêje: “Divê em qurbaniyên Enfal û kesûkarên wan ti caran ji bîr nekin. Divê em wan îro, sibe û heroj bibîr bînin. Tevî alozî û zehmetiyên siyasî yên welat, divê cemidandina birînên Enfal û qerebûkirina wê bibe karê sereke yê dewlet û hikûmeta Iraqê. Ev yek berpirsiyareke exlaqî û dîrokî ye.”

 

Di berdewamiya peyama xwe de Barzanî got divê ew wek milet erka xwe bizanin û wiha pê de çû: “Tenê bibîranîna kîmyabarana qurbaniyên Enfalê bikin ne bes e. Hevkarîkirina malbatên qurbaniyan, avadankirin û başkirina hemû mercên jiyanê li stutê me de ye.

 

Ji bo rêgirtina li her êrişekî bi heman şeweyî Enfalê di dahatuyê de li dijî gelê me, çi li jêr dirûşmên nijadperestî, olî yan îdeolojiyên siyasî be, divê em qurbanîyên Enfal û kesûkarên wan ji bîr nekin. Divê em îro, sibe û her dem wan bibîr bînin.”

 

Enfal navê komkujiyeke li Başûrê Kurdistanê ji aliyê rijêma Baas ve li dijî kurdan hatiye pêkanîn. Navê xwe ji ayeta Quranê ya El-Enfalê digire. Her sal Hikumeta Herêma Kurdistanê roja 14ê Nîsanê weke roja Enfalê dibîne û di vê rojê de çalakî yên cor bi cor tên sazkirin.

 

Di 8 qonaxên Enfalê de 182 Hezar kurd di navbera 21ê Sibata 1988 û 6ê Îlona 1988an agno di 6 meha de hatin ennfalkirin û ji 4 hezar 665 gundên Başûrê Kurdistanê 4 hezar bi erdê re kirin yek.

 





2308 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad