English | عربی | کوردی  
 
 
2019-04-12 [01:46 PM]

Hewlêr (ZNA) -


Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) derbraê tayînkirina qeyûman û biryarên Lîkneya Bilinda a Hilbijartinan (YSK) daxuyaniyek belav kir. Di daxuyaniyê da hatiye gotin ku YSKê bi awayekî bê qanunî qeyûman li ser beledîyeyên ku HDP biserketine tayîn dike.

PAKê biryara YSKê ya derbarê nedana mazbatayên şaredarên HDPê rexne kir û di daxuyaniyê da wiha gotiye: “YSK dibêje ji ber ku hinek şaredarên HDPyê pêştir li gorî KHKyên(Qerarnameyên di Hikmê Qanûnan de) OHALê(Rewşa Awrate) ji kar hatine bidûrxistin, ew nikarin serok şaredarîyê bikin. Bi vê sedemê jî mazbateyên(îcazeyên) 6 şaredaran betal kirîye û li cîhê wan, serok şaredarî teslîmî partîya ku weke duyem derketîye kirine.Bi piranî jî ew partîya duyem AKP ye.Ev biryara YSKyê biryareke ne qanûnî ye, binpê kirina iradeya gel e.YSK bêyî ku mafê wê hebe, Qeyûman li ser şaredarîyên HDPyê tayîn dike.”

Di berdewamiya daxuyaniyê da destnîşanî bi hekariya AKPê – MHPê jî hatiye kirin û wiha hatiye gotin: “Xaleke girîng û balkêş jî ew e ku, gava ku AKP û MHP bi destê YSKyê bi awayekî bêqanûnî dest datîne ser van şaredarîyan, CHP û İyi Partîya ku HDPyê li gelek bajaran piştgirîya wan kiribûn, tu bertekan li himberî vê biryara YSKyê nîşan nadin.

Ev biryara YSKyê dikare rê ji gelek bê usûlÎ û be qanûnîyên din re jî xweş bike ku, AKP û MHP dest deynin ser gelek şaredarîyên din jî. Ev biryara YSKyê nîşana we yekê ye ku Dewleta Tirkîyeye êdî ne bes bi rêyên antî-demokratîk; lê bi binpê kirina qanûnên xwe jî, dixwaze li Kurdistanê hemû hilbijartinan ji binî ve jî bê mane bike. Em vê biryara YSKyê şermezar dikin. YSK û hemû partîyên ku beşdrî hilbijartinên 31ê Adarê bûne, divê rêzê li îradeya gel bigirin.”





2899 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad